Krîza nan û avê li Siweydayê berdewam dike

Li Parêzgeha Siweydayê krîza nan û avê berdewam dike û di heman demê de elektrîk û înternêt qutbûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyên SOHR diyar kirin ku dorpêça berdewam a ku ji 13'ê Tîrmehê ve ji hêla hêzên hikûmeta veguhêz ve hatî ferzkirin, bûye sedema nebûna pêdiviyên bingehîn.

Li bajarokê Namra Şahba yê Siweydayê ji ber tinebûna ard û sotemeniyê nanpêjxane rawestiyan e.

Ji ber Stasyonên avê bi sedema şer ji xizmetê derketine, ava niştecihan bi rêya tankeran tê dabînkirin. 

Li parêzgeha Siweydayê elektrîk û  înternet qutbûne, lê heta niha derbarê mijarê de dezgeheke fermî tu agahî nedaye.

Deriyê mirovî yê Busra el-Şam piştî girtina 24 demjimêran ji ber sedemên ewlehiyê, ji nû ve hat vekirin.

 

SOHR: Karwanek alîkariyê derbasî Siweydayê bû

 

Çavkaniyên SOHRê îro ragihandin ku karwanek alîkariya mirovî ya ji 40 kamyonên ard û dermanan barkirî derbasî parêzgeha Siweydayê bûn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24