Roja şemiyê li Maliyê rêze êrîşên hevdem li gelek herêman derketin.
Piştire Koma "Piştgiriya Îslam û Misilmanan" ku girêdayî Qaîdeyê li Afrîkaya Rojava ye, berpirsyariya çend ji wan êrîşan girt ser xwe.
Her wiha beşek ji Koma Piştgiriya Îslam û Misilmanan got ku wan herî kêm 3 navendên leşkerî kontrol kirine.
Lê komê heya niha ev idîa piştrast nekiriye.
Di heman demê de, şer li deverên cuda di navbera artêşa Malî û Eniya Rizgarkirina Azwadê de qewimîn.
Her wiha Eniya Rizgarkirina Azwadê ketina xwe ya nav bajarê Anefis ragihand.
Eniyê da zanîn ku wan hejmarek çeperên leşkerî bi dest xistine û leşkerên artêşa Malî dîl girtine.
Di heman demê de Eniyê diyar kir ku şer li hundir û derdora bajêr berdewam dike.
Li gorî artêşa Malîyê, yek ji êrîşan zindana Knioroba jî hedef girtiye ku bi qasî 70 kîlometreyan dûrî paytext Bamako ye.
Artêşa Malî bi daxuyaniyek kurt ragihand ku çeperên wê yên li gelek herêman rastî "hewildanên êrîşê" hatine.
Di heman demê de Artêşê piştrast kir ku hêzên wan bersiva êrîşan daYe û rewşê dişopînin.
Fmln: Me helîkoptereke feyleqa Afrîkayê ya Rûsyayê aniye xwarê
Li gorî Hedesê, di hundirê kampa Fihroun Ax Alnsar li Gao de teqîn çêbûne.
Her wiha Eniya Rizgariya Azwadê (FMLN) ragihand ku wan helîkopterek girêdayî Feyleqa Afrîkayê ya Rûsyayê xistiye xwarê.
Eniyê her wiha da zanîn ku di êrîşa li ser Anefisê de alavên leşkerî desteser kirine, di nav de wesayîteke zirxî ya BTR jî heye.
Di demên dawî de, koman dabînkirina sotemeniyê qut kir û niştecih û karsaziyên li paytextê bê elektrîk û xizmetên bingehîn hiştin.