Dem Partî: Sererastkirinên yasayî wê rê li pêşiya pêvajoyê veke

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê di civîna koma partiya xwe de, li ser rojeva Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nirxandin kir. Tulay Hatîmogûllari bang li komîsyonê kir ku sererastkirinên yasayî yên beriya ku budçeya sala 2026’an bibe rojeva Meclisê gavan bavêje.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclisê, geşedanên di rojevê de nirxand.

 

KJ: Tulay Hatîmogûllari- Hevseroka Giştî ya Dem Partî

 

Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û şerê 50 salan ên domdar, li pêşiya Tirkiyê derfeteke dîrokî heye û got:

“Hewcehî bi veguherîneke demokratîk heye ku qanalên çareseriyê yên krîzên siyasî, civakî û aborî veke. Erk û berpirsyartiyên her kesî diyar in.

Di serî de sererastkirinên yasayî, divê dewlet û îktîdar tavilê derbasî qonaxa gavên şênber bibin."

Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser geşedanên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û destnîşan kir ku

sererastkirinên yasayî yên beriya ku budçeya sala 2026’an tên Meclisê dê hem baweriyê xurt bike hem jî ji bo serketina pêvajoyê rê veke.

 

'Derengmayîn cesaretê dide dijberên pêvajoyê'

 

Hevseroka DEM'ê têkildarî bertekên li dijî parvekirina TBMM’ê ya bi Kurdî jî ev nirxandin kir:

 

“Dema parvekirina bi Kurdî hatî kirin çi bû? Welat dabeş bû? Naxêr. Berevajî vê, bi milyonan Kurdên li welat hatin naskirin û rêz ji zimanê wan ê dayikê re hate girtin.

Binêrin, her gava ku nayê avêtin, cesaretê dide dijberên pêvajoyê. 

Vaye her ku pêvajo disekine, cesareta kesên ku şer dixwazin jî zêde dibe." 

'Têkoşîna me ji bo avakirina Komareke Demokratîk e'

Tulay Hatîmogûllarî di nav axaftinên xwe de tekez kir ku ew destûrê nadin provokasyonên sîstematîk û wiha bidawî kir:

"Em ê ji bo avakirina aştî û komara demomkratîk heta dawiyê bixebitin û bi ser kevin. 

Em ê guh nedin dijberên pêvajoyê û lîstikên wan teşhîr bikin. "

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye