Li gorî Ajansa News Nationê belav kir ku Îro Donald Trump di rêya telefonekê de, ji wan re gotiye danûstandinên bi Îranê re dest pê kirine û tekez kir ku niyeta Tehranê dê di demeke nêzîk de were nirxandin.
Trump: Wê Tengava Hurmizê di demeke nêz de were vekrin
Li gorî heman çavkaniyê, Trump da zanîn ku kêmbûna herikîna petrolê ya niha di Tengava Hurmizê re nayê wê wateyê ku ew ê girtî bimîne, lê ev yek nîşan dide ku ew ê di pêşerojeke ne pir dûr de were vekirin.
Her wiha Serokê Amerîkayê got ku ti pirsgirêkên Amerîka yên neftê nîn in û wiha axivî:
"Li deryayên cîhanê binêrin, gelek keştî ber bi Dewletên Yekbûyî ve diçin da ku petrolê bar bikin”.
Beqayî: Şertê me yê bingehîn agirbesta Libnanê ye
Li gorî televîzyona fermî ya Îranê, berdevkê Wezareta Derve Îsmaîl Beqayî, rave kir ku şandeya welatê wî di hevdîtinên li paytexta Pakistanê de li ser girîngiya pabendbûna bi agirbestê li Libnanê tekez kiriye.
Beqayî da zanîn ku agirbestek li Libnanê ji bo wan şertek bingehîn e û di navbera wan û Beyrûtê de diyalogeke berdewam heye da ku agirbestek li hemû eniyan misoger bibe.
Her wiha, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, da xuyakirin ku Tehran hemû daxwazên xwe yên ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li gorî plana 10 xalî ya pêşniyarkirî, pêşkêşî Pakistanê kiriye.
Di nava destpêkirina danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de, agahî hatin belavkirin ku berpirsekî amerîkî eşkere kiriye ku îro, çend keştîyên Hêza Deryayî ya Amerîkî Tengava Hurmuzê derbas kirin.
D bersivdayîna vê yekê de jî, li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, rayedarekî leşkerî yê Îranê ev yek bi tundî red kir û got ku ti keştiyeke Amerîkî di tengavê re derbas nebûye.