Wezîrê Parastinê yê Kolombiyayê Pedro Sanchez, dema girtina wan leşkeran diyar nekir, lê wî pişt rast ku ew ji aliyê Partiya muxalif a FARC (Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) hatine revandin.
Wezîrê Parastinê da xuyakirin ku serhildêran, gelek caran polîsên Kolombiyayê revendine, ew cilên sivîlan li xwe dikin û êrîşên xwe pêk tînin.
Sanchez destnîşan kir ku roja yekşema borî, di navbera artêşê û serhildêran de, şer qewimî, di encamê de 10 serhildêr hatin kuştin û du yên din jî hatin girtin.
Di heman rojê de jî, çekdaran droneke tijî teqemenî ber bi helîkopterekê ve avêtin û 13 polîs kuştin.
Piştî van bûyeran, artêşa Kolombiyayê operasyonên xwe li dijî çekdarên fermandariya navendî yên bi serokatiya Ivan Mordixo zêde kir.