Rûsya ji sedî 20 ji axa Ûkraynayê kontrol dike

Putin da zanîn ku ji destpêka sala 2025`an û vir ve, hêzên Rusyayê 5 hezar kîlometre çargşe kontrol kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin diyar kir ku Moskovayê ji destpêka sala 2025`an ve û heta niha, li Ûkraynayê nêzîkî 5 hezar kîlometre çargoşe kontrol kiriye.

Her wiha Moskovayê ragihand ku Rûsya bi tevahî nêzîkî ji sedî 20 ji axa Ûkraynayê kontrol dike.

Putin di civînekê de, bi fermandarên payebilind ên leşkerî yên Rûsyayê re got ku ku hêzên Ûkraynayê li hemû beşên eniyên şer paşve vedikişin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku du gundên din li xeta pêşîn hatine girtin.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokkomar Ûkraynayê Volodymyr Zelenskyy eşkere kir ku hêzên wan kontrola herêma sînor a Sumy ji nû ve bi dest xistine.

Putin piştrast kir ku bi armanca bêçekkirina Ûkraynayê hêzên wan dest bi operasyona leşkerî kirin û ev armanc jî bi yek carî nayê guhartin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24