Şerê dron û mûşekan bi dawî hat, êdî şerê daxuyaniyan dest pê kir. Ne Tehran bêdeng dibe û ne jî Tel Avîv radiweste.
Di podcastekê de, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu got ku Îran niha mûşekên balîstîk ên nav-parzemînî pêş dixe, yên ku dikarin 8,000 km derbas bikin.
Netanyahu: Îran mûşekên ku dikarin bigihên bajarên Amerîkî pêş dixe
Netanyahu diyar kir ku eger Îran mûşekên xwe bi awayekî pêş bixe ku 3,000 kîlometreyên din jî li hêza wan mûşekan bê zêdekirin, wê bigihên New York, Washington, Boston, Miami, û Mar-a-Lagoyê û behsa seyrangeha Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump jî, li Florîdayê kir.
Iraqçî bersiva Netanyahu dide
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqçî jî, di postekê de li ser platforma X'ê, daxuyaniyên Netanyahu şermezar kirin û got ku Îsraîl hewl dide hêzên parastinê yên Îranê, wekî gefekê nîşan bide.
Iraqçî: Îsraîl dixwaze Îranê wek gefekê nîşan bide
Iraqçî di posta xwe de destnîşan kir ku Îsraîl niha hewl dide ku hêza Îranê ya parastinê veguherîne gefek xeyalî û got:
"Îran xwedî cebilxaneyek mezin ji mûşekên balîstîk ên navxweyî ye, di nav wan de Şahab-3 jî heye ku dikare 2,000 km derbas bike û bigihîje Îsraîlê.
Şerê ku di hezîranê de derketibû û 12 rojan dom kiribû, Îsraîlê li dijî Îranê êrîşên asmanî pêk anîn ku tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî, kirin armanc.
Îranê jî, bi dron û mûşekan bersiva êrişên Îsraîlê da."
Iraqçî: Em ne li dû çekên nukleerî ne
Iraqçî da zanîn ku welatên rojavayî û Îsraîl, Îranê bi wê yekê tawanbar dikin ku dixwaze çekên nukleerî bi dest bixe û mûşekên ku dikarin serên nukleerî hilgirin pêş bixe û îdîa kir ku ew ne li dû çekên nukleerî ne, lê belê ew dixwazin enerjiya nukleerî ji bo armancên aştiyane, bi taybetî ji bo hilberîna elektrîkê, bikar bînin.