DEM Partî: Îtîraza Wezareta Dadê ya Tirkiyê li dijî DMME li dijî demokrasiyê ye

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser heyama sê mehan a li dijî îtîraza Wezareta Dadê ya Tirkiyê ku li dijî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa (DMME)ya li ser binpêkirina mafê Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş bertek nîşan da. DEM Partiyê girêdayî îtîraza li dijî biryara DMME’ê got: “Îtîraza li dijî biryara DMME’ê li dijî Demokrasiyê ye û pêkneanîna mafên mirovan e.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) li dijî îtîraza Wezareta Dadê ya Tirkiyê ku daxwaz kir ku biryara ku Odeya 2’yemîn a DMME’ê ya der barê Hevserokê berê yê HDP`ê Selahattin Demîrtaş de daye ji hêla Odeya Mezin a DMME`ê ve ji nû ve were nirxandin bertek nîşan da.

 

Tuncer Bakirhan: Îtîraz Wezareta Dadê nepejirandina qanûnî ye

 

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan girêdayi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê li ser malpera xwe ya taybet helwest nîşan da û got: "Israrkirina li ser nenaskirina biryarên hiqûqî yên navneteweyî ji bilî qebûlkirina neqanûniyê tiştekî din nîne.

Bakirhan diyar kir ku ewê dev ji vê rewşa neheq û neqanûnî bernedin û wiha lê zêde kir: "Ev welat hewceyê nefeseke hevbeş e. Em ê heta dawiyê ji bo azadkirina Yüksekdağ, Demirtaş û hemû hevalên xwe yên ku di doza  Kobanî de têne darizandin şer bikin û em ê bi hev re ber bi aştiyê ve bimeşin.”

 

Tulay Hatimogullari: Îtîraza Wezareta Dadê zirardayina aştî û edaleta civakî ye

 

Hevseroka DEM Partîyê Tulay Hatimogullari jî heman helwest nîşan da û got: "Îtîraza li dijî biryara DMME`ê tê wateya israrkirina li ser neqanûnî û zirardayîna aştî û edaletê ya civakî, Ne em û ne jî bi mîlyonan kesên ku dilê wan ji bo aştiyê lê dide wê rewşê qebûlnake.”

Parlementerê DEM Parti yê Amedê Cengiz Çandar jî li ser malpera xwe nerazîbûn nîşan da û got:

"Bi îtîraza li dijî biryara DMMEyê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de, ku rojek beriya dema diyarkirî hatiye pêşkêşkirin niyeteke xirab, hestên gelê Kurd û raya giştî ya Tirkiyeyê hatine paşguhkirin û bi vê biryarê hêviyên ji bo aştiya navxweyî zirarê dibîne.”

 

Sezgin Tanrikulu: Selahattin Demîrtaş rehînekî siyasî ye

 

Li dijî biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê Parlementerê CHP`ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî helwest nîşan da û got: "Selahattîn Demîrtaş rehîneyekî siyasî yê meseleya Kurd li Tirkiyeyê ye. Ji bo Azadkirina wî divê AKP biryara xwe ya siyasî ya girtina Demîrtaş betal bike û rê li ber dadweriyê veke.”

DMME heta niha di 20`ê Mijdara 2018`an, 22`ê Kanûna Pêşîn a 2020`an û 8`ê Tîrmeha 2025`an de sê biryar daye, ku girtina Demîrtaş binpêkirina mafan e.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24