Projeya “Korîdora Dawid” çi ye?

Geşedanên jeostratejîk ên li herêmê taybet jî bûyerên dawî yên li Siweydayê rûdan, careke din projeya jeopolîtîk a Îsraîlê ya bi navê "Korîdora Dawid" xist rojevê. Gelo “Korîdora Dawid” çi ye, çima bi vî navî tê naskirin û armanca Îsraîlê ji vê korîdorê re çi ye? Em bi hev re nasbikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya geşedanên jeostratejîk a herêmê de, Îsraîl projeyeke girîng a navneteweyî ya bi navê Korîdora Dawid pêşxistiye.

Di heman demê de bi bûyerên li Siwêdayê û bangên Serokatiya Ruhanî ya Durziyan ji bo vekirina korîdorek mirovî bi Herêmên Rêveberiya Xweser re, projeya "Korîdora Dawid" a Îsraîlê ji nû ve ketiye rojevê.

 

"Korîdora Dawid" ji Îsraîlê heta çemê firatê dirêj bibe

 

"Korîdora Dawid" bi giranî korîdoreke aborî û ewlehiyê ye ku ji Îsraîlê heta Çemê Firatê dirêj dibe.

Li gorî nexşeyê, ji Bilindahiyên Golanê ya ku Îsraîlê kontrol kiriye, destpê dike û heta bajarê El-Tenef ku di sêgoşeya sînorê Sûriye, Urdun û Iraqê digire nav xwe. Li deriyê Elbûkemalê ku Sûriyê ji Iraqê vediqetîne jî diqede.

Ji ber ku Îsraîlî pêxember Dawid wekî padîşah û damezrînerê "Îsraîla Mezin" dibînin ji bo wê ev proje bi navê wî danîne. Lê belê ji navê korîdorê xuya dike Korîdora Dawid xalek ji xalên destpêka avakirina “Îsraîla mezin e”.

Çavdêrên siyasî ev rê ne tenê xala destpêkê ji bo avakirina "Îsraîla Mezin" bi nav kirin.

Her wiha Îsraîl bi vê projeyê re, wê gelek sûdan bi dest bixe ji ber ku cihên Korîdora Dawid tê re derbas dibe, gelek sûdan bi taybetî di astên aborî û stratejîk de dihewîne.

Di vê derbarê de Sûdên aborî:

 

*Pêşxistina danûstandinên bazirganî bi cîhana Erebî re

*Gihîştina bazarên Kendavê û Iraqê

*Kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê

*Kêmkirina lêçûnên lojîstîk û veguhastinê

*Kêşandina veberhênan û binesaziyê

*Piştgiriya pîşesaziyên teknolojî û parastinê

 

Sûdên stratejîk:

*Bandora Îsraîlê li ser axa Rojhilat navîn zêde dibe

*Kûrkirina normalîzekirina Îsraîlê bi welatên Ereb re

*Bê bandorkirina tevgera Îranê li Rojhilata Navîn

*Girêdana stratejîk a di navbera Îsraîl û dewletên Ereb de.

Di van mijaran de Îsraîl bi vê projeya xwe ya dîrokî dixwaze encamekê bi dest bixe.

 

Tirkiyê: Korîdora Dawid wê bibe sedema avabûna Kurdistanê

 

Yek ji dewletên ku li dijî vê projê derketin dewleta Tirkiyê ye. 

Tirkiye bi îdîaya wê ev proje rê li ber parçebûna Sûriyê veke û dê bibe sedem ku Kurdistan were avakirin, Tirkiye ji ber vê yekê vê projeyê ji bo xwe wekî metirsiyekê dibîne. 

Herî dawiyê jî Serokê Tevgera MHP Devlet Bahçelî ev korîdor bi navê “Korîdora Şeytan” pênase kir.

Heta niha, ji bilî daxuyaniyên giştî yên ku yekparçeya axa Sûriye helwestên fermî yên Ereban ên zelal li ser projeya "Korîdora Dawid" tune ne.

Korîdora Dawid ne tenê riyek fizîkî ye, lê belê projeyeke siyasî ye ku dikare rewşa Rojhilata Navînê bi awayekî girîng biguherîne.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24