Hikûmeta Veguhêz nehişt komîteya lêkolînkirina rastiyê bikeve siweydayê

Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siweydayê diyar kir ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê nehiştiye Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan bikeve parêzgehê. Her wiha bi sedan şêniyên bajarê Siweydayê û gundewarên wê bi xwepêşandanekê banga mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê û berdana revandiyan kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî bûyerên Tîrmeha 2025'an rûspî û lêvegerên olî yên Siweydayê banga destpêkirina lêpirsînê kiribûn.

Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siweydayê ragihand ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê derbasbûna Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan a Navneteweyî ji parêzgeha Siweydayê re asteng dike.

Komîteya Qanûnî diyar kir ku vexwendineke fermî ji aliyê rûspiyên Siweydayê ve wekî serokê rohanî yê Durziyan Şêx Hîkmet El Hicrî û Mitranê Romên Ortodoks Antonyos Seid hat şandin û tê de vekirina derfetan ji bo pêkanîna lêpirsîn û lêkolînan hatibû misogerkirin.

Hat destnîşankirin ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi bihaneyên nerast daxwazên derbasbûna Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan red kirine.

Komîteyê bang li civata navneteweyî kir ku destekê bidin wê da ku bê şert û bê destwerdana Hikûmeta Veguhêz dest bi xebatên xwe bikin.

Her wiha li Siweydayê banga mafê diyarkirina çarenûsê û berdana revandiyan li Siweydayê berdewamin.

 

Li siweydayê xwepêşandanên ji bo statûyê didomin

 

Li aliyê din daxwaza diyarkirina statûya Siweydayê her diçe zêdetir dibe.

Herî dawî jî li qada Keramê ya bajarê Siweydayê, li qadên bajarê Şehba û Qerya yên gundewarê Siweydayê bi sedan welatî daketin xwepêşandanan.

Xwepêşandêran banga mafê diyarkirina çarenûsê, berdana hemû girtiyan û eşkerekirina çarenûsa windahiyên li cem Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kir.

Xwepêşandêran girêdana xwe bi mafê rewa yê diyarkirina çarenûsê li herêmên xwe teqez kir û bang li aliyên berpirs kir ku xwedî li bangên wan derkevin û sivîlan biparêzin.

Ji tîrmeha borî ve xwepêşandan û çalakiyên xwecihî li Siwêdayê bi armanca bidestxistina mafê diyarkirina çarenûsê didomin.

Ev yek piştî êrîşa hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ya li dijî Siweydayê derket holê ku di encamê de zêdetirî 2 hezar welatiyên Siweydayê bûn qurbanî.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24