Li Başûrê Libnanê êrîşên Îsraîlê: 11 Kes hatin kuştin

Di êrîşên asmanî yên şevê din ên Îsraîlê de ku birin ser bajaroka Kefr Rûman a li başûrê Libnanê, di nav wan de du zarokên şîrmij jî hene herî kêm 11 kes jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên Îsraîlê yên li ser herêmên başûrê Libnanê tevî peymana agirbestê jî berdewam dikin. Li gundê Kefr Rûmanê, balafirên şer avahiyeke niştecîhbûnê ya 3 qatî bomberan kirin û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li heman bajarokê, di êrîşeke din a bi dronan de ku li dijî wesayîtekê hat kirin, 2 xebatkarên tendurustiyê hatin kuştin.

Ji aliyê din ve, artêşa Îsraîlê beriya ku êrîşî herêma Dêr ez-Zehranî bike, bang li şîniyên herêmê kir ku avahiyên nêzî "tesîsên Hizbullahê" vala bikin. Artêşê daxuyand ku ev êrîş "wek bersivekê li dijî avêtina du dronên Hizbullahê yên ber bi serbazên wan ve hatine kirin" hatine destpêkirin. Piştî vê hişyariyê, li herêmê koçberiyeke mezin dest pê kir û piştre herêm ji aliyê balafiran ve hat bomberankirin.

Li ser vê rewşê, Serokomarê Libnanê Joseph Aoun bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir ku ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê bi lez bikeve tevgerê û ev geşedan wek "pêvajoyeke xeternak" bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye