Moskow piştî serdana şandeya Trump, egera danûstandinên sêalî red nake

Kremlînê ragihand ku piştî serdana şandeya Amerîkî Stêv Wîtkof û Jard Kuşnêr bo Moskow û Kîevê, egera destpêkirina danûstandinên sêalî di navbera Rûsya, Ûkrayna û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de heye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov diyar kir ku hîn zû ye behsa dem û cîhekî diyarkirî bo van rûniştinan bê kirin, lê egera vê formata sêalî li pêş e. Ev daxuyaniya Rûsyayê piştî wê yekê hat ku Wîtkof û Kuînêr bi Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky re li Kîevê civiyan û her du aliyan behsa "pêşveçûn û coşeke nû" ya ji bo bidawîkirina şer kirin. Beriya ku şandeya Amerîkî derbasî Kîevê bibe, li Moskowê 3 saetan bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re rûniştibûn.

Zelensky ev gotûbêj wekî yên "pir bingehîn" bi nav kirin û amadebûna welatê xwe ya ji bo beşdarbûna di danûstandinên sêalî de anî ziman. Di heman demê de, şêwirmendên ewlehiya neteweyî yên ji Brîtanya, Fransa û Almanyayê jî beşdarî hinek ji van civînên li Kîevê bûn. Tevî van hewldanên dîplomatîk, nakokiyên serekî di navbera Moskow û Kîevê de li ser herêma Donbasê û her wiha daxwazên garantiyên ewlehiyê hîn berdewam in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye