Li Kanadayê agir bi navendeke leşkerî ket

Li Kanadayê, şewateke mezin li navendeke leşkerî derket Di encame de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 39 leşkerên din jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên destpêkê, şewat di dema perwerdehiya leşkerî de derketiye û agir bi lez li herêmê belav bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Kanadayê, şewateke mezin li bingeheke leşkerî ya hêzên çekdar derket û bû sedema mirin û birîndarbûna gelek leşkeran.

Ev bûyer li navenda leşkerî ya Wainwright, li parêzgeha Alberta, qewimî.

Di encama şewatê de 4 leşker mirin û 39 birîndar bûn

Li gorî agahiyên fermî, di encama vê şewatê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 39 leşkerên din birîndar bûn.

Ji wan, 19 kes di rewşeke giran de ne

Li gorî rayedarên leşkerî, şewatê ji qada perwerdehiya leşkerî dest pê kir, dema ku leşker di tetbîqateke leşkerî ya bi cebilxaneyên rastîn de bûn.

Bayên xurt, ku leza wan gihîşt 96 kîlometreyan di saetekê de, agir bi lez belav kirin û leşkeran nekarîn xwe ji agir rizgar bikin.

Rayedaran gotin ku agir di demeke pir kurt de belav bû û qada ku leşker lê perwerde dikirin, da ber xwe.

Leşker û tîmên agirkujiyê bi alîkariya ambulansên bejayî û hewayî ketin nava xebatê.

Bi giştî, 22 ambulansên bejayî û 8 ambulansên hewayî beşdarî operasyona rizgarkirinê bûn.

Serokwezîrê Kanadayê, Mark Carney, ev bûyer wekî yek ji trajediyên herî mezin ên di dema aştiyê de ji bo Artêşa Kanadayê bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye