Amerîka û Îsraîl xwe ji bo êrîşên nû amade dikin

Piştî belavkirina hin malperên Amerîkî ku dibêjin Îsraîl û Amerîka xwe ji bo destpêkirina êrîşên li dijî Îranê amade dikin, serokê Amerîkayê Donald Trump ev yek anî ziman: “Li ser destpêkirina êrîşan li dijî Îranê em ê bibînin ka çi dibe. Tiştek dê di demek nêzîk de çêbibe. Niha em bi Îraniyan re dan û standinê nakin.”

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Amerîka û Îsraîl ji bo ji nû ve destpêkirna êrîşan li ser Îranê planên nû amade dikin.

Di nav axaftinên li ser amadekariyên pêleke nû ya êrîşên li dijî Îranê de, serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyek da.

Trump: Îran ji aliyê leşkerî û darayî ve hatiye têkbirin

Destpêkê Donald Trump dubare kir ku Amerîka şiyana dewlemendkirina uranyuma Îranê ji holê rakiriye û Îran ji hêla leşkerî û darayî ve hatiye têkbirin.

Trump tekez kir ku "bedelê ku Amerîkî ji bo encamên şer didin pir kêm e" û Îran wekî "dewleta pêşeng a cîhanê ya piştgirîya terorê" bi nav kir û got:

“Em niha piştrast dikin ku Tehran xwediyê çekek atomî nîne, û divê ev gav berî bi salan bihatana avêtin.”

Trump: Di demek nêzîk de wê li Îranê tiştek çêbibe

Wî her wiha destnîşan kir ku piraniya mirovan bawer dikin ku Amerîka dê piştî hilbijartinan li Îranê tiştekî bike," lê ji hûrgiliyan dûr ket, tenê got:

“Em ê bibînin ka çi dibe.”

Donald Trump bilêv kir ku rêveberiya wî bi Îraniyan re dan û standinan nake û wiha anî ziman:

“Tiştek dê di demek nêzîk de çêbibe.”

Naveroka planên nû yên li dijî Îranê hat eşkerekirin

Ev daxuyanî di demekê de hatin ku berpirsên Amerîkî û çavkaniyên agahdar ragihandin ku piştî hilbijartinên navîn ên Amerîkayê yên di 3ê Mijdarê de, leşkerên Amerîkî û Îsraîlî planên taybetî ji bo êrîşên nû yên li dijî Îranê amade kirine.

Berpirsên Amerîkî destnîşan kirin ku wê binesaziyên enerjiyê yên Îranê, tesîsên nukleerî, cebilxane û cihên mûşek û dronan werin hedefgirtin.

Wekî din, berpirsên Amerîkî diyar kirin ku Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth vê hefteyê li Îsraîlê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civiya.

Ew jî ji bo destpêkirina êrîşên nû li ser Îranê nîqaş bikin.

Berpirs dibêjin ku piştî destpêkirina êrîşan wê aboriya Îranê ber bi hilweşînê ve biçe. 

AXIOS: Îsraîl balafirên şer li ser sînorê Îranê bi cih kirine

Di vê navberê de, malpera Axios a Amerîkî ragihand ku duşema borî Îsraîlê balafirên şer li ser sînorê Îranê bi cih kirine.

Berpirsên Îsraîlî û Amerîkî piştrast kirin ku roja Duşemê ya borî bi dehan balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Îsraîlê êrîşek pêk anîne û nêzîkî sînorê Îranê bûne.

Supaya Pasdarên Îranê êrîşî 4 keştiyan kir

Di nava alozî û gefên di navbera Îran û Amerîkayê de Îran jî bê deng nema.

Pasdarên Îranê eşkere kirin ku li bakurê Kendavê êrîş li 4 keştîyan hatiye kirin û agir pê ketiye.

Pasdarên Îranê anîn ziman ku êrîş li ser keştîyan hatiye kirin ji ber ku ew berê bi rêyeke neqanûnî derbas bûbûn.

Her wiha hişyarî dan Amerîkayê ku eger Waşington keştiyên xwe bi berdewam derbas bike ew ê baregehên Amerîkî yên li herêmê hedef bigrin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye