Şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyê û şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ‘ê de li bajarokê Rankûs ê li gundewarê paytext Şamê rû da.
Di pevçûnê de 2 endamên hêzên ewlehiyê yên Şamê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA) û daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Hundirîn, pevçûn di dema pêkanîna operasyoneke ewlehiyê de rû daye.
Hêzên hevbeş bi hemahengî li gel Dezgeha Îstîxbarata Giştî, bi ser şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ‘ê de girtine.