Li bajarê Eqebeyê yê Urdunê Esed Şeybanî û Eymen Sefedî civiyan.
Di hevdîtinê de, her du wezîran têkiliyên dualî û rêyên pêşxistina wan nirxandin.
Wezîran behsa amadekariyên ji bo rûniştina 3'emîn a Encûmena Bilind a Koordînasyonê kirin, ku tê plankirin meha bê li Şamê were lidarxistin.
Her wiha wan teqezî li ser girîngiya berdewamkirina koordînasyon û şêwirmendiyê kirin, bi mebesta xizmetkirina berjewendiyên her du welatan û xurtkirina ewlehî û îstîqrara herêmî.
Ev serdan piştî civîna duh di navbera Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û nûnerê serokatiya Amerîkayê li Sûriyê û Îraqê Tom Barrack, pêk hat.