Li Washingtonê gera nû ya dan û standinên navbera Libnan û Îsraîlê, ku bi piştgiriya Amerîkayê tên meşandin, duh dest pê kir û hîn jî berdewam dike.
Li gorî Reutersê, gotûbêj li ser planeke tektîkî tên kirin ku li gorî wê hin ji herêmên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve kontrol kirine dê radestî artêşa Libnanê werin kirin.
Der barê vê mijarê de, serokê Libnanê Cozêf Ewn axivî.
Ewn diyar kir ku armanca vê pêvajoyê xurtkirina agirbestê, vegera niştecihan û destpêkirina jinûveavakirina herêmên şer e.
Ewn her wiha got ku gotûbêj li ser “herêmên pîlot” hîn didomin.
Di heman demê de, serokê Fransayê Emmanuel Macron bang li peymaneke agirbestê ya domdar kir û tekez kir ku vekişîna Îsraîlê divê bi şandina artêşa Libnanê re hevdem be, da ku serweriya dewletê li başûrê Libnanê bi tevahî were xurtkirin.