Di wexta ku agirbest di navbera Libnan û Îsraîlê de, heya 3 hefteyan hatiye dirêjkirin, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li Libnanê cihê mûşekan bombebaran kiriye.
Her wiha artêşa Îsraîlê anî ziman ku Hizbullahê roja pêncşemê Îsraîl bombebaran kiribû û lê Îsraîlê bi rêya sîstema parastina hewayî ev êrîş bê bandor kiribû.
Hizbullahê jî êrîşa roja pêncşemê girtibû ser xwe.
Duh bi şev serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de heta 3 hefteyan dirêj bû.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan cihê ku mûşek lê dihatin avêtin, hedef girtiye.
Di heman demê de, Îsraîlê da zanîn ku Hizbullahê agirbest binpêkiribû.
Hizbullahê jî diyar kir ku wan bersiv daye bombebarankirina Îsraîlê ya li bajarokê Batir ê dikeve başûrê Libnanê.
Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li başûrê Libnanê 3 çekdar kuştine.
Wezareta Tendirustiya ya Libnanê anî ziman ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser bajarokê Batirê de yek ji wan zarok, 2 kes birîndar bûne.
Piştre jî Wezaretê ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya li ser herêma Nebtiyê ya ku dikeve başûrê Libnanê de 3 kes hatine kuştin.
Hizbullah: Ji ber domdariya êrîşên Îsraîlê agirbest bê wate ye
Hizbullahê got ku ji ber domdariya êrîşên Îsraîlê, peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera Îsraîl û Linanê de bêwate ye, û mafê Hizbulahê heye ku ew jî bersivê bidin.