Artêşa Îsraîlê Xeze û Xan Yûnis bombebaran kir 80 kes hatin kuştin

Di êrîşên artêşa Îsraîlê de, li ser bajarê Xeze û Xan Yûnisê, ji duh sibê ve zêdetirî 80 kes hatine kuştin. Neteweyên Yekbûyî jî, soz da heta ku pêkan be ji bo alîkariyan bigihîne sivîlan wê li bajarê Xezeyê bimîne. Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Karên Hundir a Tunisê duh ragihand ku bi keştiya ku ji Xezeyê re alîkarî dibir rastî êrîşekî bi dronî hat.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê berdewam dikin, ji duh sibê ve artêşa Îsraîlê bajarê Xeze û Xan Yûnisê bombebaran dike, di encama êrîşê de, zêdetirî 80 kes hatine kuştin.

 

NY ji bo alîkariya sivîlan wê li bajarê Xezeyê bimîne

 

Neteweyên Yekbûyî jî, duh soz da heta ku pêkan be ji bo alîkarî û xizmetên jiyanî pêşkêş bike, wê li bajarê Xezeyê bimîne.

Tîma mirovî ya Neteweyên Yekbûyî li herêmên Filistînê di daxuyaniyekê de got: "Ev karesatek ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin û berpirsiyarî li ser me hemûyan e."

 

Tunis: Îsraîl bi van êrîşan dixwaze çûyîna alîkariyan asteng bike

 

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Karên Hundir a Tunisê duh ragihand keştiyek li bendera Sîdî Bo Saîd, rastî êrişeke bi dronan hatiye.

Ev êrîşa duyemîn e ku berî 2 rojan jî, dema Filoya Cîhanî ber bi Xezeyê ve diçû, yek ji keştiyên wê bi dronekê hat êrîşkirin.

Wezaretê eşkere kir ku di encamê êrişan de ti ziyanên canî çênebûye tenê di keştiyê de şewat derketiye ew jî hatiye vemirandin.

Rêxistinên mafê mirovan ê Tûnisê jî destnîşan kirin ku Îsraîl bi van êrîşan dixwaze alîkariyan asteng bike.

Filoya keştîyan ya înîsiyatîfa alîkariyên navneteweyî jî da xuyakirin ew dixwazin alîkariyan bigihîne Xezeyê û hewl bide dorpêça deryayî ya Îsraîlê ya li ser Xezeyê bişkîne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24