Li Lubnanê nûnerê Rêveberiya Xweser bi Telal Arslan re civiya

Nûnerê Rêveberiya Xweser Li Lubnanê bi serokê Partiya Demokratîk a Lubnanê re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Partiya Demokratîk a Lubnanê, ku di heman demê de yek ji berpirsên Durziyên wî welatî ye Telal Arslan pêşwazî li nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ebdulselam Ehmed û şandeya bi wî re kir.

Di hevdîtinê de, pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê li herêmê, bi taybetî bûyerên li parêzgeha Siweydayê hatin nîqaşkirin.

Ehmed silavên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Mezlûm Ebdî, ragihand û tekezî li ser "xurtbûna têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurd û Durzî de kir û piştgiriya QSDê ji bo gelê Siweydayê bi taybetî û gelê Sûriyê bi giştî piştrast kir.

Ji aliyê xwe ve jî, Arslan pesnê rola Rêveberiya Xweser û piştgiriya wê ji bo gelê Durzî li parêzgeha Siweydayê da.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye