52 sal di ser projeya ''Kembera Erebî'' re derbas dibin

Zêdeyî nîv sedsalê di ser projeya sîstematîk a "Kembera Erebî" re derbas dibe. Plana sîstematîk a rêjîma Baasê ku di 24’ê hezîrana 1974’an de dest pê kir, bi desteserkirina 3 milyon donim erdên Kurdan û anîna eşîrên hawarde, ne tenê erd û sînor, lê belê jiyana nifşan jî rûbirûyî pişaftin û koçberiyeke biêş kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di dîroka gelan de hinek roj hene ku nabin tenê dîrokek li ser kaxezê, lê dibin destpêka veguherandina jiyana bi mîlyonan mirovan.

Ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê, 24`ê Hezîrana 1974`an destpêka fermaneke nû bû.

Di vê rojê de, Rejîma Baas`ê ya Sûriyê bi fermî dest bi cîbicîkirina projeya "Kembera Erebî" kir.

Planek ku armanca wê birîna rehên Kurdî yên li ser xaka wan a bav û kalan bû.

Her çend piroje di sala 1974`an de bi pratîkî dest pê kiribe jî, rûpela wê ya reş di sala 1963`an de hatibû nivîsandin.

Rejîma Baasê di bin navê "Kembera Erebî" de, dest bi pêngava herî mezin a erebkirina xaka Kurdistanê kir.

Li Rojava 3 milyon donim erdên Kurdan ketin ber Kembera Erebî

Plana ku ji aliyê berpirsê ewlekariyê yê wê demê Mihemed Teleb Hîlal ve hatibû amadekirin, şerîdeke sînorî ya bi dirêjahiya 275 kîlometreyan û kûrayiya 15 kîlometreyan hildibijart.

Ji Dêrikê heta Girê Spî, dilê çandiniyê û erda herî berdar a Kurdan, bi darê zorê ji destê wan hat girtin.

Zêdetirî 3 mîlyon donim erd hatin standin.

Di bin navê "Çeksaziya Çandiniyê" de, rejîma Şamê bi deh hezaran erebên ku wekî "Xemer" ango "Xetav" dihatin naskirin ji herêmên Reqa û Helebê anîn û li ser mal û milkên Kurdan bi cih kirin.

Zêdetirî 40 gundên nû yên bi navê "gundên nûjen" ji bo wan hatin avakirin û wan li wir bi cih kirin.

Nêzî 355 gundên Kurdan ji vê projeyê ziyan dîtin, gelek gundên Kurdan hatin rakirin û tevî gundên ku nû çêbûne bûn.

Nêzî 150 hezar hemwelatiyên Kurd ji projeyê ziyan dîtin.

Raportên Human Rights Watch nîşan didin ku armanca rastîn pêşî li avakirina girêdaneke erdnîgariya Kurdî li seranserî sînoran bigire, Kurdan ji herêmê koç bikin û malbatên Ereb li cihê wan bicih bikin, bi awayekî ku xizmeta siyasetên înkar û pişaftinê bike.

Kembera Erebî ya li dijî Kurdan îro bi şêwazekî nû berdewam dike

Ev proje tenê bi girtina erdan bi dawî nebû.

Navên kurdî yên gund û bajaran jî hatin qedexekirin.

Kobanê bû Eyn el-Ereb, Serê Kaniyê bû Ras el-Eyn û Dêrik bû El-Malikiye.

Bi sed hezaran Kurd ji mafê nasnameyê hatin bêparkirin û bûn biyanî li ser xaka xwe.

Lêkolîner destnîşan dikin ku polîtîkaya Kembera Erebî îro jî bi şêwazên nû berdewam dike.

Dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî di salên dawî de û derxistina Kurdan ji malên wan, berdewamiya heman hişmendiya guhertina demografiyê ye.

Îro 52 sal di ser wê biryarê re derbas dibin.

Her çend piştî şoreşa 2012`an , Rêveberiya Xweser hewldana parastina mafên qurbanî û xwediyên erdên kevn dike jî, mîrateya giran a Kembera Erebî hîn jî wekî metirsiyeke sereke li ser pêşeroja herêmê li ber çavan e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye