NY: Li Sûdanê di mehekê de zêdetirî 100 kes hatine kuştin

Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku li Kordofan a Sûdanê di nava mehekê de, ji ber êrîşan herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest dane. Ji ber şerê dijwar li Sûdanê di navbera her du hêzan de, nîviyê navendên tenduristiyê hatine girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di êrîşên dronan de li herêma Kordofan a Sûdanê herî kêm 104 sivîl hatine kuştin.

Li herêma navendî yên Kordofanê, di destpêka Kanûnê de û heta niha, şer berdewam dike.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn li bajarê Babnusayê piştî şerekî dijiwar bi artêşa Sûdanê re, baregeheke girîng a artêşê kontrol kirin.

Ji ber şerê berdewam ê li Sûdanê bi dehhezaran kes bêwar mane.

Her wiha navendên tenduristiyê ji ber şewba kolêrayê, bi tevahî bar kirin.

Di nav mehên dawîyê de di encama êrîşên li ser baxçeyê zarokan de, 89 kes hatibûn kuştin.

Berpirsê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku hedefgirtina navendên tenduristîyê  qanûna mirovî ya navneteweyî bin pê dike.

Nexweşxaneya Leşkerî ya Dilling rastî êrîşê hat, di encamê de, 9 kes hatin kuştin û 17 kesên din jî, birîndar bûn.

Herwiha, NY da xuyakirin ku 6 aştîparêzên Bangladeşî yên ku di mîsyona NY de xizmet dikirin, hatine kuştin.

NY destnîşan kir ku piraniya wan kermendên bijîşkî bûn.

Li Sûdanê ji ber şer nîvê navendên tenduristiyê hatin giritin

Wezîra Tenduristiyê ya Kordofana Bakur ragihand ku li eyaletê 13 hezar û 609 bûyerên kolêrayê, hatine tomarkirin.

Wezaretê destnîşan kir ku nîvî navendên tendirustiyê ji ber şer hatine girtin.

NY diyar kir ku zêdetirî 40 hezar kes ji Bakurê Kordofanê reviyane.

Her wekî din jî, li bajarên Kadugli û Dilling ji ber dorpêçkirinê, sivîl li wir asê mane.

Tê texmînkirin ku li Sûdanê heya niha 150 hezar kes hatine kuştin

Sûdan sê sal in li pey hev di Lîsteya Çavdêriya Rewşa Awarte ya Komîteya Rizgarkirina Navneteweyî de di rêza yekem de ye.

Tê texmînkirin ku şerê ku di Nîsana 2023`an de di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê de dest pê kir, bûye sedema kuştina 150 hezar kesî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye