Pete Hegseth: Vebijêrka li pêşiya Tehranê tenê teslîmbûna bêşert e

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku tenê vebijêrka li pêşiya Tehranê teslîmbûna bêşert e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê li gorî planan bi rê ve diçe û ew nêzîkî bidawîbûna erka xwe dibin.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth tevlî bernameyeke kanala CBS'yê ya welatê xwe bû.

Pete Hegseth pirsek derbarê daxuyaniyên Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê de got: "Erk nêzîkî temambûnê ye."

Hegseth li ser plana şer a welatê xwe wiha got: "Em bi temamî li ser rêya planên xwe ne. Ez çûme baregeha Fermandariya Navendî (CENTCOM) û ez dikarim bibêjim ku her tişt li gorî dema diyarkirî bi rê ve diçe."

Wezîrê Şer ê Amerîkayê diyar kir ku ev şer ji aliyê hevsengiya hêzê ve bi ti awayî ne wekhev e.

Her wiha Pete Hegseth da xuyakirin ku dema hêzên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê dibin yek, hêza asmanî ya herî bihêz a cîhanê pêk tînin.

Şiyana wan a ji bo armancgirtin û têkbirina navendên leşkerî bi cebilxaneyên giran ên wekî bombeyên 500, 1000 û 2000 poundî gelekî bilind in.

Hegseth anî ziman ku hîn qonaxa dijwar a operasyonan a bi van cebilxaneyên mezin bi temamî dest pê nekiriye.

Wezîrê Şer destnîşan kir ku wê di vê qonaxê de, bandorên wêranker ên li ser hêza leşkerî ya Îranê zêdetir derkevin holê.

Hegseth got ku tenê vebijêrka li pêşiya Tehranê teslîmbûna bêşert e û wiha lê zêde kir:  "Wateya teslîmbûna bêşert, ew e ku em ê şertan diyar bikin."

Di dema bê de wê ji xeynî têkçûna leşkerî û bêbandorbûnê ti vebijêrkên wan nemînin."

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth da zanîn ku awayê ragihandina vê serkeftinê û şertên wê tenê ji aliyê Trump ve tên diyarkirin, ger aliyê لاeramber qebûl bike an qebûl neke.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye