Bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanê û Meclîsa jinan a Arîn Mîrkan li Marsîlya ya Fransayê ji bo salvegera Komplooya Navneteweyî protestokirinê meşek girseyî hat lidarxistin.
Meş ji Kolana Canebiere ya Marsîlyayê destpê kir, bi mitînga li Qada Vieux-Portê bi dawî bû
Ji gelek bajaran ji bo meşê tevlî bûn çêbû. Kurdên li bajarên Draguignan, Marignane û bajarên derdorê hatin, gelek saziyên Fransî jî piştgirî dan çalakiyê.
Di meşê de pankartên bi nivîsa “Freedom for Ocalan” ve “Ciwan bi Rêbertiya azad re dicive” hatin hilgirtin.
Gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” ve “Liberté pour Ocalan” hatin berzkirin.
"Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e"
Di mitîngê de,Hevserokê Federasyona Komunên Demokratîk A Başûrê Fransayê Yilmaz Serhed axivî û wiha got: “Gelê Kurd bi gerîla û Rêbertiyê xwe re ev komplo vala derxist. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e.”
Endamê Meclîsa Ciwanan A Marsilyayê Tolhildan Azad jî diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê bi pêşengiya DYA, Îsraîl û Ingilîstanê hat plankirin û wiha got: “Rêber Apo 27 sal in di bin pergala êşkenceyê ya Îmraliyê de tê dîlgirtin, lê fikrên wî belavî mirovahiyê bû. Em soz didin ku van fikran jiyanî bikin.”
Di çalakiyê de danezana Tevgera Jinên Kurd (TJK) jî hate xwendin. Di danezanê de hate destnîşankirin ku azadiya Rêber Apo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û mifteya aştiya herêmî ye.
TJK ji bo piştevaniya azadiya Rêber Apo bang li raya giştî ya Ewropa û civaka navneteweyî kir.