Li gundewarê Humsê ciwanek hat kuştin

Komeke çekdar bi ser malekê de li gundewarê Humsê girtin. Di encamê de ciwanek hat kuştin 2 kes jî ji heman malbatê birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Nûçegihanê Hawarê îro di seatên sibehê de li gundê Danha yê li gundewarê rojavayê Humsê komeke çekdar ji bo diziyê êrişî mala Adil Hisên ku bi navê "Ebû Silêman" tê nasîn, kirin.

Li gorî heman çavkaniyê diyar kir ku dema endamên malbatê hewldan rê li ber êrîşkaran bigrin, çekdaran bêserûber gule reşandin.

Di encamê de Hemza El Hisên 17 salî ku xwendekarekî dibistana navîne hat kuştin.

Her wiha birayê wî, Silêman El Hisên yê 25 salî jî ji destê xwe birîndar bû, bavê wan, Adil El Hisên jî ji singa xwe bi giranî birîndar bû.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajêr.

 



Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye