"Daxwaz dikim kesên li pişt vê planê bên girtin û dadgehkirin"

Rojnamevan Hêmin Mamend têkildarê êrîşa li ser wî hati kirin de ji ajansa Rojnewsê re axivî. Hêmind Mamend got: "Ez ji hemû xelkê Kurdistanê û dijmin re tînim ziman; ji berê bihêztirim û ez ê bi moralek bilintir kar û xebatê xwe bimeşînim."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di Şeva 2’yê Îlona 2025’an de Rojnamevan Hêmin Mamend li Taxa Eqarî ya Silêmaniyê ji aliyê 2 kesan ve hate gulebarankirin. Mamend ji vê êrişê bi birîndarî rizgar bibû.

Rojnamevan Hêmin Mamend li ser êrîşa li ser wî hatî kirin de ji ajansa Rojnewsê re axivî û got:" Min berê ji hêzên ewlekariyê re gotibû ku dijminek li pey min e û di bin çavdêriyê de me.

 

Hêmin Mamend li ser êrişa li ser wî hatî kirin ji Rojnewsê re vegot

 

Rojnamevan Hêmin Mamed anî ziman ku piştî bernameya televizyona Stêrk TV ya Serinc pêşkêş dike û şûnde li gel çend hevalên xwe diçin Saziya Azadbûnê.

Hêmin Mamend diyar kir ku ew roja yekem a perwerdehiya wî bû. Piştre diçe taxa Eqarî. Yek ji taxên qelebalix ê bajarê Silêmanî ye.

Mamend da zanîn ku demek bû dijmin ew dişopand û li ser vê yekê wî aliyên ewlekariyê jî agahdar kiribû.

Rojnamevan Hêmin Mamend li ser rewşa xwe ya tenduristî jî axivî û got: “Her çendî êş û azarên min giran jî be, pêwîstiya me herî zêde bi heqîqet, azadî, welat, aştî û bi hev re jiyanê heye.”

 

Hêmin Mamend: Ez ê bi rihê gulistan tarayan kar û xebatê xwe berdewam bikim

 

Hêmin Mamend spasiya kesên ku ew gihandine nexwşexaneyê kir û got: “Ez ê bi ruhê şehîd Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Wedat Husên, Serdeşt Osman, Mamosta Cîhan li nava Medyaya Çapemeniya Azad karê xwe dewam bikim.”

Herî dawî Rojnamevan Hêmin Mamend ev nirxandin kir: “Ez ji hemû xelkê Kurdistan û dijmin re tînim ziman; ji berê bihêztirim. Bi moraleke zêdetir li nava Ragihandina Azad ez ê kar bikim.”

Rojnamevan Mamend spasiya medyaya li Silêmaniyê kir û daxwaz kir ku dosyaya wî weke dosyaya berê bila berovajî nekin û got: “Daxwaz dikim kesên li pişt vê planê bên girtin û dadgehkirin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24