Nûnerên Rêveberiya Xweser bi Durziyên Lubnanê re civiyan

Li Lubnanê nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berpirsên Durzî yên Lubnanê re civiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê hevserokatiya Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd serdana rêberê rûhanî yê Durziyên Lubnanê, Şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayix li navenda wî ya li bajarokê Şaron ê qezaya Alya ya Lubnanê, kir.

Bedran Çiya Kurd da zanîn ku ew bi hemû pêkhateyên Sûriyê re, dan û standinê dikin.

Ji aliyê xwe ve jî, Şêx El Sayix bal kişand ser girîngiya xurtkirina têkiliyên Kurdî - Durzî û spasiya Rêveberiya Xweser kir.

Her du aliyan piştgiriya xwe ji bo pêkanîna sîstema nenavendî li Sûriyê û ezmûna Rêveberiya Xweser anîn ziman.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye