Qalîbaf, fermandarekî berê yê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê bû.
Her wiha yek ji kesayetiyên muhafezekar ên herî navdar ên Îranê tê hesibandin.
Di demên dawî de di mijarên siyasî û ewlehiyê de yên têkildarî şer û danûstandinên bi Dewletên Yekbûyî re, roleke girîng lîst.
Qalîbaf weke şaredarê Tehranê kar kiriye û ji sala 1994 heta 1997’ serokê Baregeha Avakirina Xatem El-Enbiya bû.
Di sala 2020’an de jî Qalîbaf ket parlamentoyê û zû bû serokê wê.
Ji wê demê ve, ew gelek caran ji nû ve hatiye hilbijartin.
Ajansa dewleta Îranê Faris ragihand ku Mihemed Baqir Qalîbaf ji nû ve weke serokê parlamentoyê hatiye hilbijartin.