Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, wan bi armanca desteserkirina çek û cebilxaneyan operasyonên berfireh pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, armanca van operasyonan parastina pêşwext û garantîkirina ewlehiya welatiyên Îsraîlê ye, nexasim li bilindahiyên Colanê.
Di encama van operasyonan de, gelek celebên alavên şer, ku di nav de parçene mûşek û çekên RBJ hebûn, hatin rûxandin.
Li gorî daxuyaniya Artêşê, operasyon ji aliyê yekîneyên Firqeya 210`an pêk hatin û heta niha jî ev yekîne li başûrê Sûriyeyê ne û karê xwe li ser erdê berdewam dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, berya du rojan, li ser rêya Deraa-Şamê, droneke Îsraîlê êrîşek pêk anîbû û di encamê de 12 kes hatibûn kuştin.