Çekdarên nenas êrîşî navendeke Ewlekariya Hundirîn ya Reqayê kirin

Li dijî navendeke Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encamê de pevçûn derket û rewşeke aloz li herêmê rû da û tê texmînkirin ku êrîşkar ji çeteyên DAIŞˊê ne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li derdora kolana "Intîfada" ya rojavayê bajêr teqîn çêbû.

Piştre çekdarên nenas bi klaşkovê û bombeyan êrîşî heman cihî kirin û êrîşkarekî xwe li wir teqand.

Her wiha Navendê diyar kir ku piştî êrîşa li derdora wî cihî hêzên ewlehiyê belav bûn, aliyên taybet dest bi lêpirsîna hûrgiliyên bûyerê û destnîşankirina aliyê berpirsiyar kir.

Li gorî agahiyên destpêkê yek ji koma êrîşkar hate kuştin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye