Piştî şerê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê, hêzên Amerîkayê 5 hezar û 704 girtiyên DAIŞ'ê ji kampên Sûriyê veguhastibûn Îraqê.
Ev kes hemû, niha di Girtîgeha Navendî ya Bexdayê de ne.
Hikûmeta Îraqê, pêvajoya darizandina endamên DAIŞ'ê yên ku ji Sûriyê birine, zelal dike.
Serokê Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê Saad Maan, diyar kir ku pêvajoya yasayî dest pê kiriye û bi sedan dosye ji bo dadgehê amade ne.
Saad Maan: Lêpirsîna 500 girtiyên DAIŞ`ê temam bû
Saad Maan, ji medyaya fermî ya Îraqê re got ku Dadgeha Lêpirsînê ya Yekem a Kerxê, lêpirsîna destpêkê ya 500 girtiyên DAIŞ'ê temam kir.
Maan, destnîşan kir ku dosyayên girtiyan li gorî giraniya tawan û asta metirsiya wan hatine cudakirin
Her wiha Maan, da zanîn ku dê darizandin di mehên bê de, dest pê bikin.
"Di nav endamên DAIŞ`ê de157 zarok hatin veqetandin"
Saad Maan, li ser rewşa zarokên di nav girtiyan de jî ev agahî dan:
"Di nav endamên DAIŞ'ê de157 zarok hatin veqetandin. Ji van tenê du kes welatiyên Îraqê ne.
Dosyayên van zarokan ji Dadgeha Lêpirsînê ya Zarokan a Kerxê re hatin şandin.
Li gorî pîvanên yasayî û mirovî yên Îraqê, ev kes bo girtîgehan nayên şandin, dê li navendên çaksazî û saziyên peywendîdar yên zarokan werin bicihkirin."
"Biryarên dadgehê û bicihkirina cezayan wê li ser axa Îraqê pêk werin"
Maan, tekez kir ku dê hemû pêvajoya darizandinê li gorî Yasaya Cezayê ya Îraqê were birêvebirin û got:
"Biryarên dadgehê û bicihkirina cezayên wekî girtîgeh an îdamê dê tenê li ser axa Îraqê pêk werin.
Piştî bidawîbûna pêvajoya darizandinê dê bi rêya kanalên dîplomatîk bi welatên wan girtiyan re hemahengî were kirin."