Serokomarê Tikiyê Recep Tayyip Erdogan di "Bernameya 25emîn Salvegera AK Partiyê" de ku li Baxçeyê Neteweyî yê Paytextê hat lidarxistin axivî.
Recep Tayyip Erdogan behsa qanûna çarçoveyî de nirxandin kir û got:
"Çawa ku di 25 salên dawî de Tirkiyê şekil da, ev tevger dê pêşeroja wê jî şekil bide.
Hîn jî gelek karê me heye ku em bikin.
Divê em ji bîr nekin ku dewlemendiya me ya herî mezin biratiya me ye.
Ger em vê biratiyê biparêzin, kes nikare çavê xwe li vî welatî bibire.
Biratî dê sedsala 21an bike 'Sedsala Tirkiyeyê'. Bila kes xeman nexwe.
Li vî welatî, êdî dayik nagirîn, ciwan êdî li erdê nakevin, zarok sêwî namînin, jin jinebî namînin û enerjiya welêt berbat nabe."
Her wiha Tayyip Erdogan di dawiyê de anî ziman ku ew kesên emperyalîst ên ku dixwaze Tirkyê ji hundir ve bêîstîqrar bike jî wê têk dibin.
Ava Dîcle, Firat û Munzurê ji niha û pê ve wê zelaltir û bi hêztir biherike.