Qesra Spî paşvegav avêt: Gotinên Trump ên li ser Tengava Hurmizê "henek" bûn

Berpirsekî bilind ê Qesra Spî aşkere kir ku daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê ragihandina Tengava Hurmizê wekî "herêmeke Amerîkî" tenê henek bûne. Ev daxuyanî piştî berteka tund a Tehranê û di lûtkeya şerê peyvan ê di navbera herdû welatan de hat.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Aloziya nû piştî wê yekê dest pê kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotarekê de li New Yorkê ragihand ku ew ê piştî têkbirina Îranê, Tengava Hurmizê wekî axa Amerîkayê bide nasîn. Vê daxuyaniyê yekser hêrs û berteka tund a rayedarên Îranê kişand, ku diyar kirin ku kontrolkirina tengavê bi "tweetan yan bi balafirhilgiran" nabe.

Ji bo kêmkirina aloziyê, berpirsekî bilind ê rêveberiya Amerîkayê ji rojnameya Wall Street Journal re tekez kir ku Trump tu civîneke fermî bi şêwirmendên xwe re li ser vê mijarê encam nedaye û gotinên wî tenê henekên dema kampanyayê bûn.


Ev şerê germ ê peyvan di demekê de ye ku rûniştina dawî ya lihevkirina çarçoveyê ya 60 rojan a navbera Washington û Tehranê di 17'ê Tebaxê de bi dawî dibe û çarenûsa danûstandinan hîn ne diyar e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye