Di merasîma pêşwaziyê de dansek gelêrî hat pêşkêş kirin, Trump tevlî endamên koma dansê bû û bi wan re kêliyên kêfxweşiyê parve kir.
Di heman demê de, Trump berê ragihandibû ku piştî hatina wî ya Malezyayê, ew ê ji bo çareserkirina nakokiya di navbera Tayland û Kamboçyayê de peymanek were îmzekirin. Her wiha biryar e ku ew bi Serokwezîr Enwer Îbrahîm re li ser mijarên berjewendiya hevbeş hevdîtinan bike.
Nakokiya sînorî ya di navbera Tayland û Kamboçyayê de di 24-29'ê Tîrmehê de veguherîbû pevçûnên tund ku çekên giran, top û balafir hatibûn bikaranîn.