Berpirsê Navenda Metro Rehmen Xerîb bi daxuyaniyekê diyar kir ku hinek ji van binpêkirinan bikaranînên pereyên dewletê ji bo propagandaya hilbijartinê, êrişên li ser namzetan, kirîna dengên dengdaran, hewldanên guhertina bîr û ramanên dengderan bi awayeke ne hiqûqî û h.w.d ne.
Rehman Xerîb di daxuyaniyê de da zanîn ku binpêkirin herî zêde li parêzgehên Bexda, Mûsil, Hewlêr û Silêmaniyê hatine tomarkirin.