18’emîn Festîvala Navnetewî ya şanoya Kolanan li Merîwanê dest pê dike

Îro 18’emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kolanan li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê dest pê dike. Tê payîn ku wê 43 komên şanoyê yên navxweyî û derve tevlî festîvalê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Festîvala ku yek ji çalakiyên herî mezin ên hunera şanoya kolanan a Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye, wê pênc rojan bidome.

Li gorî agahiyan komên hunerî ji Hindistan û Tunisê jî dê beşdarî pêşbirkê dibin û 209 berhem ji ofîsa festîvalê re hatine şandin.

Her wiha hate eşkerekirin ku 43 lîstikên şanoyê ji bo pêşangehê hatine hilbijartin.

Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kolanan a Merîwanê wekî yek ji girîngtirîn çalakiyên hunerî ye ku her sal li Îranê tê lidarxistin .

Ev Festîval bala gelek hunermendên xwecihî û biyanî kişandiye ser xwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye