Li Efxanistanê şaredarê Badaxşanabadê hat kuştin

Rêxistina bi navê "Eniya Berxwedana Neteweyî", ku komeke çekdar a dijî Talîbanê ye, li Efxanistanê, kuştina şaredarê Talîbanê yê bajarê Fayzabadê ragihand. Ajansên nûçeyan ên Efxanî jî, ragihandin ku helîkoptereke leşkerî ya Talîbanê li herêma Rig Kafshin a navçeya Nisî ket xwarê. Her wiha der barê van êrîşan de Hikûmeta Talîbanê ti daxuyanî nedaye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Erebeya şaredarê Talîbanê yê bajarê Fayzabadê yê girêdarî parêzgeha Bedexşanê Abdulrehman Mansûr di roja pêcşemê de, di êrîşeke çekdarî de hat teqandin û di encamê de Abdulrehman Mansûr jiyan xwe ji dest da.

Rêxistina bi navê "Eniya Berxwedana Neteweyî", ku komeke çekdar a dijî Talîbanê ye li Efxanistanê, berpirsiyariya teqînê girte ser xwe.

Eniya Berxwedana Neteweyî ya Efxanî bi daxuaniyekê li X`ê eşkere kir ku êrîş 100 metre dûrî baregeha parêzgariyê hatiye kirin û di encamê de Ebdulrehman Mensûr û hejmarek ji parêzvanên wî hatine kuştin.

Helîkoptereke leşkerî ya Talîbanê li herêma Rig Kafshin ket xwarê

Di heman demê de, çavkaniyên nûçeyan ên Efxanî ragihandin ku helîkoptereke leşkerî ya Talîbanê li herêma  Rig Kafshin a navçeya Nisî ket xwarê.

Agahiyan nîşan dan ku hemû kesên li ser helîkopterê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî van çavkaniyan, helîkopter ji aliyê kesên girêdayî fermandarê Talîbanê Cûma Xan Fetih ve dema ku li dijî çeperên wan operasyon dikirin, hatiye hedefgirtin.

Di derbarê van her dû bûyeran de Hikûmeta Talîbanê ti daxuyanî nedane.

Ev bûyer di demekê de qewimî ku pevçûnên di navbera hêzên Talîbanê û kesên girêdayî Cûma Xan Fetih de li navçeya Nisî di du rojên borî de berdewam dikirin.

Li gorî çavkaniyan, helîkopterên Talîbanê berê çeperên kesên girêdayî Fetih li nêzîkî navenda navçeya Nisî bombebaran kiribûn.

Her wiha hate destnîşan kirin ku çekdarên girêdarî Fetih li ser girêkî ku li ser baregeha navçeyê cih girtine û ji wê xalê helîkoptera Talîbanê hedef girtine.

Pevçûnên di navbera hêzên Talîbanê û komên çekdar ên muxalefetê de di demên dawî de li çend parêzgehan, bi taybetî li Badexşanê, zêde bûne.

Berê, di encama pevçûnên li Badexşanê de, hejmarek şervanên Talîbanê hatin kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye