Du keştiyên kompaniya ADNOC'ê li Hurmizê rastî êrîşekê hatin

Ji duh heta îro ve, du êrîşên cuda li ser sê keştiyên petrolê li Tengava Hurmizê qewimîne. Roja pêncşemê êvarê, du keştiyên Kompaniya Petrolê ya ADNOC`ê ya Îmaratî rastî êrîşekê hatin. Her wiha Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Îngilistanê jî îro diyar kir ku keştiyeke petrolê ji hêla dronekê ve hat armanckirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kompaniya Petrolê ya Neteweyî ya Îmaratî ADNOC, ragihand ku du keştiyên wê di Tengava Hurmizê re derbas dibûn, rastî êrîşekê hatin, lê ti qurbanî çênebûn.

Îmaratê Îranê wekî berpirsyarê vê êrîşê pênase kir.

Lê Tehranê hîn bertek nîşanî vê angaştê nekiriye.

Ajansa nûçeyan a Îmaratê Wam ji kampaniya ADNOC'ê veguhast, ku piştî êrîşê niha rewş di bin kontrolê de ye.

Lê belê, rayedarên Îmaratê hûrgiliyên li ser celebên keştiyan, barê wan an jî asta zirara gengaz eşkere nekirin.

Îmaratê êrîşa li ser keştiyên xwe şermezar kir

Piştî êrîşê, Wezareta Karên Derve ya Îmaratê bi daxuyaniyekê, tiştê ku wê wekî "êrîşa dijminane" ya Îranê bi nav kir, şermezar kir.

Her wiha Wezaretê, Supaya Pasdarên Îranê, bi armanckirina keştiyên bazirganiyê û bikaranîna Tengava Hurmizê ji bo zexta aborî tawanbar kir.

Wezareta Karên Derve ya Îranê û Supaya Pasdarên Îranê hîn bersiva vê daxuyaniyê nedane.

Li gorî Reutersê, ev duyemîn bûyera girêdayî keştiyên ADNOC'ê di kêmtirî hefteyekê de ye.

Misir û Behreynê û Erebistana Siûdî êrîşên li ser keştiyên Îmaratî şermezar kirin

Têkildarî êrîşa li ser herdu keştiyên Îmaratî, Wezareta Karên Derve ya Behreyn û Misirê bi daxuyaniyên cuda ev êrîş şermezar kirin.

Wezareta Karên Derve ya Behreynê hevgirtina xwe bi Îmaratê re û piştgiriya xwe ya tevahî ji bo rêkarên ku Îmarat kirine tekez kir.

Her wiha Wezareta Karên Derve ya Misirê jî daxwaz kir ku hemû kiryarên ku ewlehiya keştîvaniya navneteweyî tehdît dikin werin rawestandin.

Ji aliyê xwe ve Erebistana Siûdî bi tundî hedefgirtina du tankerên petrolê yên Îmaratî, ADNOC, dema ku di Tengava Hurmuz re derbas dibûn, şermezar kir.

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî daxuyaniyek weşand û tê de dijberiya xwe ya li hember êrîşên Îranê yên li dijî keştî û tankerên bazirganî tekez kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye