Li Kobanê festîvala lêvegerandina li çanda dayîkê hat lidarxistin
Li navçeya Qinê ya bajarê Kobanê festîvala jinan a bi dirûşma "Festîvala Kobanê lêvegerandina li çanda dayîkê" hat lidarxistin. Bi sedan jin bi cilûbergên xwe yên çandî û nûnerên sazî û rêxistinên li herêmê, li gundê Iwêne yê li Rojavayê Kobanê kom bûn û bi rengekî hevpar festîvala xwarinên gelêrî bi rê ve birin. Di festîvalê de bi dehan cureyên xwarinên çanda Kobanê weke dolme, şorbeya dan, kufte, becanlî, çîk, kulîçe û hwd hatin pêşandan.