Sibê 689 malbatên Serê Kaniyê vedigerin malên xwe

Piştî 7 salan ji Koçberiyê sibe seat 8`ê sibehê kerwanê duyemîn ê koçberên Serê Kaniyê, berê xwe dide gundewarê Rojhilatê Serê Kaniyê, xeta Zirgan û Til Temrê. Ev karwan ji 689 malbatan pêk tê.

reset font size increase font size

Di çarçoveya vegera koçberan a ser cih û warên xwe yên resen, sibe karwanê duyemîn ê koçberên Serê Kaniyê berê xwe bidin gundewarê rojhilatê Serê Kaniyê.

Her wiha di nava vê karwanê de koçberên xeta Zirgan û Til Temrê jî cihê xwe digirin.

Li gorî Komîteya Koçberên Serê Kaniyê 689 malbatên koçber vegerin malê xwe yên li gundên Zirgan û Til Temirê.

Zehra Semo: Koçberên ku vegerin wê konê xwe li cihê mala xwe vegirin 

Koçberên ku vegerin malên xwe dibêjin ku malên wan bi temamî hatine wêran kirin û ew ê gelek zehmetiyan bikşînin.

Koçberên kampa Serê Kaniyê: Malên me bi temamî hatine wêrankirin

Şemsa Xidir koçbereke ji koçberên Serê Kaniyê wiha ji Nûçe Tv re got:

Hestên me pir xweşin ku piştî 7 salan em ê vegerin malên xwe, lê tiştek nemaye li wê derê ne av û ne jî elektrîk heye, zarokên me biçûk in wê zehmetiyan bikşînin.

Malên me bi temamî hatine wêran kirin.

Me malên xwe dîtin tişket jê nemaye bûye ax.

Em daxwaz dikin ku xanî ji me re bên avakirin, av û elektrîk ji me re were dabîn kirin em alîkariyê dixwazin. 

Her wiha Ebdulezîz Îsa we jî koçbereke ji koçberên Serê Kaniyê ye zêde kir û wiha got:

Em spasiya komîteya Koçberên Serê Kaniyê dikin ku li me baldar bûn.

Ev 7 sal in em zehmetiyan dikşînin, spas ji bo xweda piştî van salan em ê vegerin malên xwe.

Em sipasiya Şam û Hesekê û hemû aliyên peywendîdar yên ku li ser vegera hemû koçberan dixebitin dikin.

Hestekî pir xweşe ku piştî van salan em ê vegerin li malên xwe, daxwaza me jî ew e ku alîkariya me bê kirin, heta niha min mala xwe nedîtiye lê ew bi temamî wêran bûye.

Hemû tedbîrên pêwîst ji bo koçberan hatine wergirtin

Ji bo organîzekirina çûna malbatan û misogerkirina gihiştina wan a biewle, hemû tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Her wiha wê tevgera malbatan bê birêxistinkirin û gihandina wan a malên wan were dabînkirin.

Karwanê yekem ê koçberan 10`ê Tebaxa borî bi rê ketibû û ji 410 malbatan pêk dihat.

Lê wê demê malbatên Kurd ji aliyê Erebên hawirde ve rastî êrîşan hatibûn û ji ber vê yekê jî hinek malbat neçar mabûn ku careke din vegerin Hesekê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye