Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan Tulay Hatîmogûllari li gel girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê daxuyanî da.
Tulay Hatîmogûllari di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got:
“Cezayê ku li hevşaredarê me Akiş hatiye birîn nayê qebûlkirin.
Dewletê di pêvajoya hilbijartinê de seferberî ragihandibû, Enqere biribû Colemêrgê.
Lê tevî vê yekê jî vîna gel pêk hat. Dewletê tenê 60 rojî xwe li ber vê yekê ragirt.”
Tulay Hatîmogûllari: Dayîna biryara di 30’ê nîsanê de nayê pejirandin
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku di demeke ku hevdîtinên bi Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan re berdewam dikin de, dayîna biryarekê di 30'ê Nîsanê de nayê qebûlkirin.
“Ev biryar, biryarên ku dixwazin pêvajoyê têk bibin.
Hêviyên civakê di vê mijarê de pir mezin in.
Lê hinek kes çi dikin; ji dosyayeke ku berê hatibû xerabkirin, 19 sal cezayê girtîgehê li hevşaredarê ku qeyum tayînî şûna wî kirine, dibirin. Hincetên wan ne hiqûqî ne."
Tulay Hatîmogûllari: Divê qeyum werin vekişandin
Her wiha Tulay Hatîmogûllari di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser Hevserokên şaredariyê yên bijartî û wiha got:
"Hevserokên me yên şaredariyê yên bijartî vîna gelê me ne. Hûn nikarin bi qeyuman tu hevkêşeyekê biguherînin.
Binyada demokrasiyê mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê ye. Divê qeyum werin vekişandin."