Îro ji saetên sibehê ve, şandeya Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li parêzgeha Hesekê bû û li ser mekanîzmeya xebitandina Koşka Edaletê nîqaş dihatin kirin.
Piştre Hikûmeta Veguhêz li bajarê Hesekê tabelaya nasandinê ya li ser avahiya Koşka Dadweriyê ku bi zimanên Kurdî û Erebî hatibû nîvisandin, rakir.
Li şûna wê tabelaya bi zimanê Erebî û Îngilîzî danî.
Gel nerazîbûn nîşan da û tabela şikand
Piştî ku ev nûçe li ser sosyal medyayê belav bû, gel berê xwe da Koşka Dadweriyê, da ku nerazîbûna xwe nîşan bide.
Beriya ku şandeya Hikûmeta Veguhêz bigihêje Koşkê, gel tabelaya bi zimanê Erebî û Îngilîzî daxist û şikand.
Ji ber vê yekê, şandeya hikûmetê serdana Koşka Dadweriyê betal kir.
Mihemed Haco: Destdirêjiya li zimanê Kurdî destdirêjiya li hebûna gelê Kurd e
Li ser navê bajarê Hesekê, welatiyê bi navê Mihemed Haco daxuyaniyek da çapemeniyê.
Mihemed Haco di daxuyaniyê de diyar kir ku armaca gel ne xirabkirin e, lê Hikûmeta Veguhêz dixwaze bi rûmeta gelê kurd bilîze.
Tê payîn ku aliyên peywendîdar der barê mijarê de daxuyaniyekê bidin. Gelê kurd jî li bendê ye ku tabela weke berê bi her du zimanan were nivîsandin.