Xelkê Qamişlo dawxaza mûçe û kêmkirina nirxê sotemeniyê kirin

Xelkê Qamişlo bi mêtingekê daxwaza dayîna mûçeyên derengmayî yên karmendan û kêmkirina buhayên sotemeniyê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komeke şêniyên Qamişloyê li ber avahiya Rêveberiya Herêmê çalakiyek li dar xistin.

Xwepêşandêran derengxistina dayîna mûçeyan û nirxê buhayê sotemeniyê şermezar kirin.

Rêvebera Qamişlo Cîhan Hesam bi xwepêşandêran re civiya û daxwaz û giliyên wan guhdar kirin.

Cîhanê diyar kir ku xebat ji bo çareserkirina pirsgirêka mafên darayî û misogerkirina mûçeyên derengmayî berdewam dike.

Cîhanê her wiha da zanîn ku buhayê bilind ê mazotê û kêmbûna elektrîkê mijarên sereke bûn ku di civîna di navbera fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê Mazlûm Ebdî û serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera de hatine gotûbêjkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye