Li gundê Aşmê yê Kobanê temamkirina merasîma lihevhatina 2 malbatan

Komîteya Lihevanînê ya Kobanê, merasîma temamkirina lihevhatina 2 malbatên ji gundên Aşm û Cibnê, îro li Aşmê li dar xist. Her wiha kesên ku di merasîma lihevhatinê de beşdar bûne, spasiya Fermandarê giştî yê QSDˊê û alîkarê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Sîpan Hemo kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteya Lihevanînê ya bajarê Kobanê du malbatên ji gundê Cibnê û Aşmê ku ji 2012`an de ji ber pirsgirêkan heta niha 5 kes hatibûn kuştin, li hev anîn.

 

 Merasîma lihevhatinê duh jî li gundê Cibnê çêbû, îro jî li gundê Aşmê pêk hat.

 

Komîteyê, ji bo lihevhatinê, 6 kon li gundê Aşmê vedan.

 

Di civîna lihevanînê de hejmarek şêniyên Kobanê, rûspî, şêxên Ereb û Kurd, nûnerên ji Rêveberiya Kobanê, saziyên jinan, partiyên siyasî, Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û endam Fermandariya Giştî ya QSDˊê Mehmûd Berxwedan, Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Veguhêz Sîpan Hemo amade bûn.

 

Her wiha Mazlûm Ebdî spasiya her kesê beşdarî çareserkirina vê pirsgirêkê bûye kir û wiha got:

 

 "Em hemû kesên amede silav dikin.

 

Duh em li gundê Cibnê bûn û îro jî em li gundê Aşmê ne.

 

Em bi hêvî ne aştî li herêma me bi taybet jî li Kobanê misoger bibe.

 

Beriya 14 salan li ser xaleke kontrolê pirsgirêkek çêbû, îro em wê pirsgirêkê çareser dikin.

 

Pêdiviya qonaxê bi ewlehî, aramî, çareserkirin û yekîtiya civakan heye."

 

Sîpan Hemo jî diyar kir ku ew vê lihevanînê li her du malbatan û gelê herêmê pîroz dikin û hêvî kir ku ev lihevanîn bibe dika misogerkirina aştiyê li herêmê û bûyerên wiha careke din dubare nebin.

 

Li ser navê eşîra Kêtîkan a bajarê Kobanê şêx û rûspiyê eşîrê Necîb Besrawî axivî:

 

 "Em spasiya her kesê beşdarî vê lihevanînê bûye dikin."

 

Cîgira hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Kobanê Mizgîn Xelîl spasiya her kesî beşdarî vê çareserkirinê bûye kir û hêvî kir ku her du malbat bi dilekî geş çareseriyê pêşwazî bikin.

 

Rêvebera Meclisa Lihevanînê Siltane Hemîdî got ku Kobanê bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê da.

 

Li ser navê malbatên qurbaniyan ên gundê Aşmê Bozan Mihemed Osman û Hesen Osman Selman axivîn.

 

Her duyan spasiya kesên beşdarî vê lihevanînê bûne kir û bi navê eşîra xwe hemû beşdar û fermandarên leşkerî pêşwazî kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye