Di 3’yê Tebaxa 2014’an de, di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de bi xiyaneta hin hêzên li Başûrê Kurdistanê, civaka êzîdî rastî komkujiyê hat
Rêxistin û tevgerên Kurdîstanî bi daxuyaniyên cûda salvegera 11an a Komkujiya Şengalê şermezar kirin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxê ya li dijî civaka êzidî ya Şengalê anî ziman ku
Wê têkoşîna rizgarkirina jinên Şengalê erka wan ya sereke be û di hemû kêliyên têkoşînê de ew ê li gel civaka Êzidî amade bin."
PJAK: Şengal û Êzidî emaneta gelê kurd in
Her wiha PJAK’ê jî bi wesîleya salvegera Fermana Şengalê diyar kir ku ew weke PJAK piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê û gelê wê radigihînin û teqez kir ku Şengal û Êzidî emanetê gelê Kurd in.
KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
KNK’ê jî bi daxuayniyekê şehîdên komkujiyê bibîranîn û ev daxwaz kir:
“Divê rêz li îradeya gel bê girtin û Şengal di nava Kurdistanê de bibe xwediyê statûyeke xweser û taybet be.
Her wiha em hemû êrîşên li ser Şengalê şermezar dikin û planên dijî îradeya gelê Şengalê red dikin”
PÎK: Fermana Şengalê sûcekî li dijî mirovahiyê ye
Dîsa boneya rojê Serokatiya Giştî ya Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK)daxuyaniyek da û ev bang kir: “Em bang li hemû gelê Kurd, hêzên Kurdî, rêxistinên civakî û kesayetên azadîxwaz dikin ku ji bo parastina Şengalê û hemû herêmên Kurdistanê yekîtîyê nîşan bidin.”
PÎKê diyar kir ku roja 3’yê Tebaxa 2014’an, di dîroka gelê Kurd de, bi taybeti ji bo civaka Êzidî, wekî rojekî reş û bi êş di bîra me de maye.
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Em ê Şengalê ji bîr nekin
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk di daxuyaniya xwe de Komkujiya Şengalê şermezar kir û ji bo naskirina vê komkujiyê ev bang kir:
“Em di 11’emîn salvegera Jenosîda Êzidiyan de cardin hovîtiya li Şengalê bi hezar caran lanet dikin. Komkujiya li dijî xwişk û birayên me yên Êzidî çawa ku heta niha nehat jibîrkirin, em ê tu car nedin jibîrkirin.
Bi boneya vê rojê em bang li hemû dewletan dikin ku Komkujiya Şengalê nas bikin.”