Gulcan Sayyîgît: Pêvajo bi gavavêtinê dê pêş bikeve

Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û anî ziman ku qonaxa heyî ya Meseleya Kurd, qonaxeke nû ya siyasî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî.

Gulcan Sayyîgît: Ziman û çanda Kurdî xeta me ya sor e

Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku yekîtiya demokratîk sîwanekê li ser kesî ferz nake û wiha axivî:

"Îdeolojiya me cuda jî be divê xeta me ya sor statu, ziman û çanda gelê Kurd be.

Bi taybetî li hemberî êrîşên li ser Rojava, gel li qadan ev ruhê yekîtiyê nîşan da. Nabe ku siyaset kêmî vê daxwaza gel bibe.

Gel wezîfe û berpirsyariyek danî pêşiya siyasetvanan."

Gulcan Sayyîgît: Çareseriya aştîyê rêya rizgariyê ye

Her wiha Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bi bîr xist ku beriya sed salî li Lozanê Kurd bê statu hatibûn hiştin, lê belê ev şert û mercê îro guherîne.

"Îro jî Lozaneke duyemîn li Kurdan tê ferzkirin. Lê belê Kurd ne ew Kurdên beriya sed salî ne.

Em qala têkoşînekê dikin ku bi tecrûbeyên xwe bûn mînak ji tevahiya cîhanê re.

Çareseriya aştî û civaka demokratîk rêya rizgariya ji xeteriyan e."

Gulcan Sayyîgît: Pêşveçûna pêvajoyê bi gavavêtinê dibe

Her wiha Gulcanê destnîşan kir ku ji bo pêvajo baş pêşve biçe, pêwîst e gav bên avêtin û wiha pê de çû:

"Ji bo ev pêvajo karibe bi pêş ve biçe, avêtina 'gava dîrokî' ji aliyekî ve têrê nake.

Divê gav ji herdu aliyan ve di heman demê de bêne avêtin.

Li aliyê din nabe ku pêvajo bi temamî ji însafa dewletê re bê hiştin.

Di pêvajoyên aştiyê de xwedîderketina civakî girîng e."

Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku karên wan ên ji bo yekîtiya demokratîk wê dewam bikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye