Her ku diçe bidarvekirin, binçavkirin û kuştin li Îranê zêdetir dibe.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku ji destpêka meha gulanê û vir ve, dewleta Îranê 5 xwepêşander bi dar ve kirine.
Rêxistinê îdea kir ku dadwerî serxwebûna xwe winda kiriye û niha di bin kontrola Supayên Pasdaran de ye.
Her wiha rêxistinê li ser rewşa dadgehên di bin desthilatdariya Dewleta Îranê de raporek weşand.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji destpêka gulanê tenê ve, 5 ciwanên ku beşdarî xwepêşandan û nerazîbûnan bûbûn, hatin bidarvekirin.
Dewleta Îranê dezgeha dadweriyê wekî amûrekê ji bo tirsandina civakê bi kar tîne, di heman demê de pirsgirêkên qanûnî yên xelkê paşguh dike.
Ji aliyekî din ve jî, raporên nû ji girtîgeha Evînê ya Îranê hatin dayîn ku serdanên kesane yên ji bo girtiyan hatin qedexekirin û tedbîrên ewlehiyê ji şerê dawî û vir ve zêde bûne.