Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bi beşdariya zêdeyî 100 delegeyî ji 10 welatan li Hollandayê dest pê kir.
Piştî stranên hunermend Sosin û nîşandaneke ji piştevaniya jinê konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdê Têkoşîna Azadiyê ya Jinê dest pê kir.
Piştre endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya axivî.
Elîf Kaya anî ziman ku Jineolojî bi beşdariya jinê ji gel û baweriyên cuda bi pêş ket û got, yek ji armancên bingehîn ên konferansê perspektîfa kar a dema nû ye.
"Jineolojî li 10 welatan veguherî karekî rêxistinbûyî"
Elîf Kaya anî ziman ku karên Jineolojiyê li Ewropayê gihîştiye asteke girîng û got:
"Bêguman karekî 18 salan ji bo pêşvebirina zanistekê demeke kurt e. Lê belê dema ku mirov lê vedigerin û dinirxînin, hingî demeke dirêj e. Ev dem di heman demê de bi berdêlên giran derbas bû.
Konferans bi xwendina peyaman berdewam kir.