25ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan e.
Roja ku dengekî yekane yê jinan li tevahî cîhanî, ji nû ve bilind dibe.
Dengê li dijî bêdengiyê ye ku ronî dide ser azar û tundûtûjiya li ser jinan pêk tê hem li hundur û hem jî li derveyî malên xwe.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî taybetmendiyeke vê rojê heye.
Bêguman bîranîna vê rojê li vê herêmê ji deverên din ên cîhanê diguhere.
Taybet ku jinan li ser vê erdnîgariyê şoreşek pêk anîne û gelek sînor şikandine.
Dibe ku ev barê wan girantir jî dike.
Endama Desteya Serokatiya PYD'ê Foza Yûsifê diyar dike ku wan li Rojhilata Navîn, şoreş di nava şoreşê de pêk anîne.
'Jinan li vê herêmê gelek destkeftî bidest xistine'
Foza Yûsifê anî ziman ku di 13 salên şoreşê de, jinan di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek destkeftî bidest xistine.
"Di çarçoveya Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de, xweseriya jinan hatiye parastin. Îro di Rêveberiya Xweser de sîstemeke jinan heye ku li tu dera cîhanê nîne. Jin di hemû qadan de xwedî nêrîn û biryar in."
'Xebatên me ji bo peymana civakî ya jinan didomin'
Foza Yûsif bal kişand li ser dosya û rola jinan di sîstema rêvebirina nû ya Sûriyê de, da zanîn ku ew li ser Peymana Civakî ya Jinan xebat dikin.
"Xebatên me yên di çarçoveya peymanê de ji bo parastin û hewandina hemû jinên Sûriyeyê dewam dikin. Ji bo mayîndekirina mafên xwe jî em ê her tiştê ku ji destê me tê bikin."
'Bêyî têkoşîneke hevpar tundî bidawî nabe'
Foza Yûsif her wiha li dijî tundiyê balkişand li ser girîngiya têkoşînê.
"Bêyî têkoşînê, em nikarin vê tundiyê ji holê rakin. Ne tenê 25’ê Mijdarê, divê em her roj vê têkoşînê mezin bikin.”
Endama Desteya Serokatiya PYD'ê Foza Yûsif axaftina xwe bi peyamekê ji bo tevahî jinên cîhanê bidawî kir. Tê de banga rêxistibûna jinan a kolektîf kir.
"Divê em wek jinên cîhanê, rêxistinbûyîneke berfireh ava bikin. Divê li cîhanê xebateke ku bi perspektîfa jinan birêve diçe, hebe. Divê jin bi hevre piştgiriyê bikin û hevdu biparêzin."