Neteweyên Yekbûyî raporeke binpêkirina mafên jinan weşan

Desteya Tiryak û Sûc ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û NY Women bi boneya roja navnetewî ya jiholêrakirina tundiya li ser jinan raporek ku daneyên 117 welatan tomar kiriye weşand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî raporê:

Di sala 2024`an de nêzî 50 hezar jin û keç ji aliyê hevjîn an endamên malbatê ve hatine kuştin.

Li gor van daneyan rojane 137 jin hatine kuştin ango jî her 10 xulekan jinek hatiye qetilkirin.

Ji Sedî 60'ê jinên hatine kuştin ji aliyê malbat an jî ximên xwe ve hatine kuştin.

Her wiha par tenê li Afrîkayê nêzî 22 hezar bûyerên kuştina jinan çêbûye.

"Mal ji hêla kuştinê ve ji bo jinan cihê herî xeternak e"

Li gorî raporê ev hejmar hinekî ji hejmarên ku di sala 2023`an de hatine ragihandin kêmtire û wiha hat gotin:

"Mal ji hêla kuştinê ve ji bo jin û keçan cihê herî xeternak e."

Her wiha di raporê de hat zanîn ku pêşketina teknolojiyê hin cureyên nû ya tundiyê li dijî jinan zêde kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye